Hewlêr (ZNA) - Wezîrê Berevniyê yê Amerîkayê James Mattis derbarê nexşerêya bajarê Minbicê ku, bi Tirkiyê re li ser imze kiribûn ragihand ku, Em amade ne wê nexşerêyê cîbecî bikin.
Di daxuyaniyekê de Wezîrê Berevniyê yê Amerîkayê James Mattis da zanîn ku, ew dê heyama heftiyekê de desteyekê ku, ji tirk û amerîkîyan pêk tê li Almanyayê plana pêkanîna nexşerêyê gotûbêj bikin.
Ji aliyê xwe ve encûmena leşkerî ya Minbicê helwesta xwe derbarê wê nexşerêyê ragehandibûn û gotibûn ku, ew li gel hevpemaniya navnetewî ji bo birêvebirina bajêr jî deriya wan ji her kesî re vekiriye.
2812 car hatiye dîtin |