English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-12 [12:50 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Civîna lûtke ya navbera serokê Amerîka, Donald Trump û Serokê Koreya Bakur, Kim Jong-un li Singapûrê bidawî bû. Piştî civînê Trump got: “Hevdîtin ji ya me bihêvî dikir baştir bû.”

 

Îro Sêşemî 12ê Hezîrana 2018, Donald Trump û Kim Jong-un li Hotêla Kapela a li girêva Santosa ya welatê Singapûrê li hev civiyan.

 

Trump û Jong-un li pêşberî medyaya cîhanê silav li hev kirin û dest dan hev.

 

Piştre her yek ji serokên Amerîkayê û Koreya Bakur çend gotinên kurt ji medyayê re gotin.

Kim Jong-un di destpêka hevdîtina li gel Trump de got, "lidarxistina vê civînê hêsan nebû."

 

Herwiha Trump jî got: "Ez pê serbilind im ku di vê hevdîtinê de amade me." Trump diyar kir: "Pêwendiyên me di demên dahatî de dê gelek baş bin."

 

Piştî hevdîtinan Donald Trump da xuyakirin, ku hevdîtin ji ya wan hêvî dikir baştir derbas bû û got: “Şerefeke mezin e ku em îro rêkeftin. Di demeke nêzîk de dê berhemên vê rêkeftinê werin dîtin. Di peywendiyên me de serdemeke nû dest pê dike.”

 

Herwiha di navbera herdu welatan de çend protokolên li hev têgihiştinê jî hatine îmzekirin.

 

Piştî îmzekirina rêkeftina dîrokî, Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un jî ragihand: “Me îro rêkeftineke dîrokî mor kir. Me raborî li pey xwe de hişt û rûpeleke nû vekir.”

 

Herwiha Jong-un da xuyakirin, ku dê ji vir û şûn de cîhan guhertinên mezin bibîne.

 

 





2797 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad