English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-06 [12:29 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê kutleya biratiyê û pêkve jiyanê li Civata Parêzgeha Mûsilê diyar kir: ‘’Hêzên Amerîkayê bo çiyayê Şingalê û qeza Beacê û devera Um Zîban û Um Cirîs a sînorê qeza Beacê bicîh bûne. Em daxwaz dikin rêgiriyê li destverdana Îranê ya li deverê bike û rêya Îranê bo Sûriyê bê girtin.’’

 

Serokê kutleya biratî û pêkve jiyanê li Civata Parêzgeha Mûsilê Seydo Çeto ragehand: ‘’Hêzên Amerîkayê li serê çiyayê Şingalê mezargeha ‘’Çil Mêra’’ heta digehe Beacê belav bûne. Heta naha bo me wek civat aşkera nebûye niyeta wan a serekî hatina wan hêzên Amerîkayê li devera Şingalê û Beacê çiye. Lê dibe ji ber nemana bermayiyên terorîstên DAIŞê û girtina rêya di navbera Sûriyê û Îranê de hatibin. Em jî daxwazê ji hêzên Amerîkayê dikin rêgiriyê bikin li destverdana Îranê ya li deverê û rêya di navbera Sûriyê û Îranê de bê girtin.’’

 

Herwaha got: ‘’Eger hêzên Amerîka bo dabîn kirina aramiyê hatibin deverê û ev kareke gelek baş e. Daxwaza me ew e rêya Îranê bo Sûriyê di nav axa Iraqê de bê girtin û destverdanên Îranê li deverê nemînin.’’





2647 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad