English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-05 [01:34 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser nexşerêya Minbicê û rêkeftina bi Tirkiyê re ku, duh ji aliyê Wezîrên Derve yên herdu welatand daxuyaniyek da.

Di kongreyeke rojnamevanî de berpirsekî payebilind ê Wezareta Derve ya Amerîkayê piştrast kir ku, vekişîna YPGê ji Minbicê û damezirandina birêveberiyeke ji gelê herêmê di nav nexşerêya Pompeo û Çavuşogluyî de ye.

Îro, Fermandariya Giştî ya YPGê di daxuyaniyê de ragehandibû ku, piştî rizgarkirina Minbicê, şervanên YPGê di 16 Mijdara 2017an de ew bajar radestî Encumena Leşkerî ya Minbicê kirin û di daxuyaniyeke fermî de û li pêş çavên ragihandinê şervanên YPGê ji bajarê Minbicê vekişiyan.

Wî berpirsê Wezareta Derve ya Amerîkayê da zanîn ku, li gor rêkeftinê divê endamên YPGê ji Minbicê vekişin û di şûna wan de dê hinek kesên ji gelê herêmê werin ku herdu alî jî li ser wan li hev dikin.





2707 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad