English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-05 [10:23 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Amerîka û Tirkiyê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, ku her du alî  piştgiriya nexşerêya bo çarenivîsa Minbicê dikin.

 

Wezîrên derve yên her du welatên Amerîka û Tirkiyê îro li Waşingtonê bi hev re civiyan û çarenivîsa Minbicê yek ji mijarên sereke yên gotûbêjên her du aliyan bûye.

 

Mike Pompeo û Mevlut Çavuşoglu îro Duşemî li avahiya Wezareta Derve ya Amerîkayê li Waşingtonê hevdîtin pêk anîn û derbarê pêwnediyên navbera Waşington-Enqere, rewşa Sûriyê û çarenivîsa bajarê Minbicê û çend mijarên din ên têkildarî her du welatan de bi hev re gotûbêj kirin.

 

Piştî civînê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê, mevlut Çavuşoglu di peyameke twîterî de ragihand, wî û Pompeo di civîna îro de derbarê Minbicê de gotûbêj kirine.

 

Çavuşoglu diyar kir, ku di civîna li gel Pompeo de, ew derbarê pêwendiyên du alî yên navbera Tirkiye-Amerîka, nexşerêya Minbicê û pirsgirêka Sûriyê û mijarên din ên herêmî de axivîne.

 

Herwiha Tirkiyê û Amerîkayê derbarê hevdîtina Çavuşoglu û Pompeo de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

 

Di daxuyaniya hevbeş a Tirkiyê û Amerîkayê de tê gotin, ku her du welat piştgirî didin nexşerêya derbaêr rewşa Minbicê de.

 

Li gorî daxuyaniya hevbeş, Amerîka û Tirkiye karê hevbeş dikin ji bo dabînkirina seqamgîrî û ewlehiyê li bajarê Minbicê û pabendî vê nexşerêyê dibin. Herwiha her du alî rêkevtine, ku di vê derbarê de di demên dahatî de civînên zêdetir bikin.

 

Herwiha di daxuyaniya de hatiye gotin: “Her du wezîran tekezî kirine, ku Enqere û Waşington pabend dibin bi çareserkirina nîgeraniyên hevbeş û herwiha şerê li dijî terorê bi hemû formên wê ve.”

 

Wezaretên derve yên Amerîka û Tirkiyê herwiha destnîşan kirine, di civînê de Çavuşoglu û Pompeo derbarê pirsên hevbeş û pirsên navçeyê de nêrînên xwe bi hev guhertine û pêşniyarên hev li ber çav girtine.

 

Têkildarî heman mijarê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu ragihandiye, bi cîbicîkirina vê nexşerêyê, divê Yekîenyên Parastina Gel (YPG) bajarê Minbicê li bakurê Sûriyê vala bike. Çavoşgolu diyar kir: “Ev nexşerêya ku me pesend kiriye, dibe sedem ji bo berdestkirina ewlehî û seqamgîriyê bo navçeyê.”

 

Mevlut Çavuşoglu herwiha derbarê civîna xwe û Mike Pompeo da xuyakirin: “Kêfxweşim ku me pêşkevtineke baş di warê PKK û YPG û PYDê de bi dest aniye û em pêşbîniya encamên konkirêtî yên piştî civîna me ya li gel Pompeo, wezîrê derve dikin. Dikarim bêjim, ku civîneke gelek serkevtî û berhemdar bû.”

 

Çavuşoglu behsa pêwendiyên Waşington û Enqerê jî kir û ragihand: “Tirkiye û Amerîka dema çendîn dehsalan e ku hevpeyman û hevbeşên stratejîk in. Heta van dawiyan, babeta siyasî û pirsa berevaniyê pêkhênerên sereke yên acendayên me yên hevbeş bûn. Lê belê di vê dehsala dawî de, hevbeiya aborî û hilberîn û bazirganî jî di pêwendiyên me yên du alî de giringî peyda kirine. Rast e, ku bilindî û nizimî di pêwendiyên me yên siyasî de hebûye. Ji lênihêrîna me ve, PKK û YPG û PYD û FETO du pirsên sereke ne. Em pêşbînî dikin, ku hevepeymanê me di her du mijaran de jî li gel me be.”





2728 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad