English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-04 [01:03 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Biryar e îro, wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Washingtonê derbarê Minbicê hevdîtinekê pêkbînin.

Di hevdîtina herdu wezîran de rêkeftina di nabera şandên herdu welatan derbarê Minbicê û rêveberiya wê, herwiha derxistina Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) ji wê navçeyê were gotûbêj kirin.

Berî niha Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragehandibû ku, babeta derxistina HSD ji Minbicê û rêveberiyeke hevbeş ji Amerîka û Tirkiyê ji navçeyê re mijarên serkene di danûstandinên wî bi Pompeo re.

Ji aliyê xwe ve Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) ragehandin ku, ew ji bajarê Minbicê venakişin û ti rêkeftin derbarê derxistina wan ji wê navçeyê nehatine kirin.





2854 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad