English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-04 [12:32 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Serokwezîrê Urdinê piştî civîneke kurt a li gel şahê Urdinê hikûmet hilweşand.

Li gor nûçeya çapemeniya Urdinê, îro 04.06.2018ê piştî nîvro serokwezîrê Urdinê Hanî Muleqî bo 15 hûrdeman li gel Şahê Urdinê Şah Ebdulayê duyem civiya.

Herwaha li gor ajansên Urdinê, Şah Ebdula daxwaz ji Hanî Muleqî kiriye ku dest ji kar berde û hikûmetê jî hilweşîne. Wî jî li ser gotina Şah Ebdula hilweşandina hikûmeta xwe ragehand.

Beşek ji çavkaniyên Urdinê behsa vê yekê dikin ku Şah Ebdulayê duyem, wezîrê Perwerdê Omer Rezazî erkdar kiriye ku kabîneya nû ya hikûmetê pêkbîne.

Hilweşandina hikûmetê piştî çend roj xwepêşandan û nerazîbûnên xelkê Urdinê yên li dijî zêdebûna nirxê tiştan û herwaha zêdebûna bacê pêkhat.





2674 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad