Hewlêr (ZNA) - i ber daketina asta avê li Bendava Mûsilê gelek zeviyên çandiniyê li derdora wê hişik bûne ku bi rêjeya %43 li gor sala 2017an asta avê daketiye.
Endazyar Remezan Hemze ku sala 1985an li ser projeya bendava Mûsilê kar kiriye ji Rûdawê re ragihand, ku daketina asta avê li wê bendavê metirsî li ser jîngehê, çandinî û ava binerdê li derdora bajarê Duhokê çêkiriye.
Remzan Hemze eşkere kir ku ji ber çêkirina Bendava Ilisû li Tirkiyê û kêmbûna ava rûbarê Dicle ku ji Bakurê Kurdistanê tê, asta avê li bendava Mûsilê kêm bûye û got, siyaseteke zelal a Hikûmeta Iraqê jî di derbarê parastina çavkaniyên avê de tune ye.
Li gora texmînan, pêwîst bû 8 milyar metrên sêca av li wê bendavê hebûya, lê niha li gora sala 2017an, %43 asta avê daketiye.
3025 car hatiye dîtin |