English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-03 [01:34 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Li navçeya Demre ya Antalyayê derdora girawa Kekova Geyikova şikefeke lezê ya koçberan ji ber binav bû 6 jê zarok, 9 penaberan jiyana xwe ji dest da, 5 kes jî hatin rizgar kirin.

Li navçeya Demre ya Antalyayê ji ber şikêfeke lezê binav bû 9 penaberan jiyana xwe ji dest da.

Li gor daxuyaniya polîsê ewlekariya peravên avê 02.06.2018ê şeva borî demjimêr 02.22yê li navçeya Demre û derdora girawa Kekova Geyikovayê grubeke penaberan a di şikêfekê de bûn hat ragehandin ku jiyana wan di metirsiyê de ye, û dibe ku ew şikêf wergeryabe û binav bibe. Li ser vê agahiya ku hat ji bo me hêzên ewlekariya peravan ket tevgerê.

Di encama lêgerîna hêzên ewlekariya peravê de, ji aliyê hêza hewayî ya ewlekariya peravê ve 3 zilam û jinek hatin dîtin û hatin rizgar kirin. Herwaha ji aliyê qayîxeke nêçîrvanên masiyan ve jî kesek hate rizgar kirin.

Herwaha hate ragehandin di encama lêgerînan de 6 jê zarok 9 penaberan (2 kes zilam, 1 kes jin û 6 kes jî zarok) jiyana xwe ji dest dan û termên wan hatin derxistin.

Li gor gotinên kesên ku hatine rizgar kirin di şikêfê de 14-15 kes bûne û ji ber wê jî ji bo dîtina kesekî ku winda ye xebatên lêgerînê berdewam in.





2911 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad