English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-03 [11:45 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Serokê Sûriyê Beşar Esed daxwaz kiriye ku ligel Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un  hevdîtinekê bike.

 

Rojnameya Navendî ya Partiya Komûnîst a Koreya Bakur ragihand ku dema Serokê Sûriyê Beşar Esed  30ê Gulanê karnamêya balyozê nû yê welatê wan di merasîmeke fermî de qebûl dikir gotiye ew dixwaze serdana welatê wan bike û li gel Serokê Koreya Bakur  Kim Jong-un hevdîtinekî pêk bîne .

 

Di rojnameya navborî de tê gotin ku Beşar Esed ragihandiye stunê peywendiyên dostane di navbera herdû welatan de serokê berê yê Sûriyê Hefez Esed daniye û destnîşan kiriye ku ew dixwaze serdana Koreya Bakur bike û Kim Jong-un pêk bîne.

 

Di heman rojname de tê gotin Serokê Sûriyê hevîyên xwe aniye li ser ziman ku hewlên hevgirtina Koreya Bakûr û Başûr dê serbigirin û hikûmeta Sûriyê jî piştgirya siyaseta serokatiya Koreya Bakur dike û li ser peşxistina peywendiyên dualî jî dê rêveberiya Şamê berdewam bibe.





2620 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad