English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-03 [10:39 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Encûmena Wezîran a Îranê îro dê bicive û dê di civîna xwe ya îro de biryarnameyên di derbarê karê kolberiyê de sererast bike.

 

Medyayên Îranê ragihandin, ku mijareke sereke ya civîna îro ya Encûmena Wezîran a Îranê ew e ku karê kolberiyê yê li sînorên Rojhilatê Kurdistanê û parêzgeha Sîstan û Belûçistan bihê birêkxistinkirin.

 

Li gorî zanyariyên ji medyayên Îranê ve, di civîna îro ya encûmena wezîran a wî welatî de, dê çend biryar bo dubare destpêkirin û rêkxistina karê kolberiyê li deriyên sînorî bihên dan.

 

Berdevkê hikûmeta Îranê, Mihemed Baqir Nûbext heftiya derbasbûyî ragihandibû, ku wan di civîna xwe ya çarşembiya bihorî de behsa rêkxistina karê kolberiyê kiriye û ew dê di civîna roja Yekşemiyê de jî wê mijarê yekalî bikin.

 

Hevdem Qayimmeqamê Navçeya Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê jî ragihandiye, bi van nêzîkan karê kolberiyê li deriyê sînorî yê Şoşmê di bin çavdêriya gumruka Îranê de dest pê dike.

 

Hikûmeta Îranê di wan çend mehên dawiyê de karê kolberiyê li sînorên parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û herwiha parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ku dikeve rojhilat û başûrê rojhilatê wî welatî, dabû sekinandin.

 

Ji ber wê biryara hikûmeta Tehranê, nerazîbûneke berfireh li çend bajarên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî li bajarên Merîwan, Bane, Pîranşar û Serdeştê çê bibûn û li Baneyê xelkê nerazî bo dema 26 rojan ketibûn girevê û dukan û bazarên wî bajarê sînorî daxistî bûn.

 





2947 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad