English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-02 [03:25 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muallîm ragihand ku wan peywendî li gel HSDê dirûst kiriye.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muallîm îro li Şamê di civîneke çapemeniyê de di derbarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku YPG pêşengiya wê dike de axivî.

 

Muallîm diyar kir ku wan peywendî li gel HSDê daniye lêbelê proseya mizakereyê hîn destpê nekiriye. Herwiha Muallîm di derbarê bajarê Reqayê de jî got ku divê ew bajar ji hêzên biyanî bê rizgarkirin û ji nû ve were avakirin.

 

MuallîM di derbarê vekişîna hêzên Îranê ji başûrê Sûriyê jî diyar kir heta ku hêzên Amerîkayê ji Tanafê dernekevin di derbarê başûrê Sûriyê de ti rêkeftinek pêk nayê.

 

Wezîrê Derve yê Sûriyê di derbarê Tirkiyê de jî got, “Em Tirkiyê weke dagirker û dijmin dibînin. Ne mafê Tirkiyê ne jî mafê Amerîkayê nîn e ku li ser Sûriyê mizakereyan bikin. Em ê tevahiya xaka Sûriyê rizgar bikin.”

 

Berî çend rojan Serokê Rejîma Sûriyê Beşar Esad ji Russia Todayê re axivîbû û ragihandibû ku deriyên wan ji bo mizakereyên ligel HSDê vekirî ne û gotibû ku eger ev çênebe ew ê bi bikaranîna hêzê wan dverên di bin destê HSDê de kontrol bikin.

 

Berdevkê HSDê Kino Gabriel jî li ser van gotinan diyar kiribû ku rêbaza leşkerî ne çareserî ye û divê kêşe bi rêya diyalogê werin çareserkirin.





2677 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad