Hewlêr (ZNA) - Ajansa Tesnîm a îranî ku ser bi Supaya Pasdaran ve ye, ragehand ku, balafireke şer ji corê F-7 a Îranê li gundekî ser bi Asfehanê ve ket xwarê.
Ajansa Tesnîm diyar kir ku, heta niha sedemên ketina balafirê nehatine zanîn û tekez kir ku, herdu pîlotên wê berî balafir bikeve xwarê karîne xwe rizgar bikin.
Di meha Şûbata borî de jî li Asfehanê balafieke rêwiyan a Îranê ketibû xwarê tê de 66 kes hebûn.
2794 car hatiye dîtin |