English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-02 [01:04 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 li Yemenê di encama pevçûnên di navbera artêşa wî welatî û çekdarên Hûsî de 6 jê leşker 36 kes hatine kuştin.

Fermandarê LLîwaya EL-Amaliga ku girêdayî Artêşa Yemenê ye, Ebu Zera el-Mahremî ragihand ku çekdarên Hûsî li herêma El-Faze ya bajarê Hudeyde êrişên artêşa Yemenê kiriye.

Mahremî eşkere kir ku di encama wê pevçûnê de 6 leşker û 30 çekdarên Hûsî hatine kuştin û diyar kir ku artêşa Yemenê ew êriş têkbir û niha ber bi navçeya Tuhayta ve bi pêşde diçe.

Serokwezîrê Yemenê Ahmed bin Dagr şeva borî ragihandibû ku ew li dijî çekdarên Hûsî li bajarê Hubeyde nêzî serkeftinê bûne.

Serokwezîrê Yemenê destnîşan kiribû ku piştî kontrolkirina Hudeyde operasyonên wan dê ber bi Sana ku paytexta wî welatî ye, Taiz, Ibb û Mahvitê ve berdewam bikin.

Çekdarên Hûsî ku Îran piştevaniya wan dike li dijî hikûmeta rewa ya wî Yemenê derbeyek pêkanîbûn û ji sala 2014an û vir ve Sana ya paytext û gelek deverên din di bin kontola wê rêxistinê de ye.

Ev 3 sal in di navbera artêşa Yemenê ku Siûdî û hevpeymana Erebî piştevaniya wê dike û çekdarên Hûsî de pevçûnên dijwar rû didin û heta niha bi dehhezaran kes bûne qurbanî.





2542 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad