Hewlêr (ZNA) - Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu tekez kir ku pêwist e Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) benda ji sedî 10 a hilbijartinê derbas bike û li parlamentoyê be.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji medya Tirkiyê re axifî û got ku partiyek eger rêjeya dengên wê ji sedî yek be jî divê di parlamentoyê de cih bigire.
Derbarê HDPê de jî Kiliçdaroglu wiha axifî: "Li gor anketan HDP bendê derbas dike. Pêwist e HDP bendê derbas bike û li parlamentoyê be. Partiyek ji sedî yekê dengan jî werbigire bi kêmanî em dixwazin serokê wê yê giştî li parlamentoyê be. Ji ber cihê bingehîn ê siyasetê parlamento ye."
2692 car hatiye dîtin |