Hewlêr (ZNA) - Li parêzgeha Diyale ya Iraqê 5 polîsên gumrikê di encama êrişa çekdarî de hatin kuştin.
Berpirsê komîteya YNKê li bajarokê Mendelî li parêzgeha Diyale, Kemal Mistefa ji BasNewsê re got, şeva borî polîsên gumrika Diyale, dema ji Mendelî vedigeriyan bajarê Beiqûbe, li ser rêya Mendelî-Beledrûz rastî êrişa çekdarên nenas hatin.
Kemal Mistefa her wiha got, di wê êrişê de 5 polîs hatin kuştin ku 2 ji wan efser bûn. Heta niha nayê zanîn ew çekdar kî ne û çima êrişî wan polîsan kirine.
Wî rayedarê YNKê da zanîn, hefteya borî jî li heman deverê êrişî hêzên Iraqî hatibû kirin û komek efser û serbaz birîndar bibûn.
3151 car hatiye dîtin |