English | عربی | کوردی  
 
 
2018-03-15 [09:21 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Fransayê rexneyek din li operasyona dijî Efrînê ya dewleta Tirkiyeyê girt. Wezîrê Karên Dervê yê Fransayê Jean-Yves Le Drian diyar kir ku operasyona dijî Efrînê ne rewa ye û têkoşîna li hember DAIŞê qels dike û her wiha rewş krîtîk û cidî ye.

Wezîrê Karên Dervê yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di dema axaftina xwe ya ji parlamentoyê re dikir, operasyona artêşa Tirkiyeyê bibîr xist û rexne li dewleta Tirkiyeyê girtin. Jean-Yves Le Drian da zanîn ku, "Em fikarên ewlehiya sînor ya dewleta Tirkiyê fêm dikin, lê ketina hundirê herêma Efrînê em rewa nabînin."

Wezîrê Karên Dervê yê Fransayê wiha pê de çû, "Nîgeraniyên ewlehiya sînor a dewleta Tirkiyê tê fêmkirin û rewa ye, lê divê ev jî bê gotin ku, rewşa li herêmê, ketina Tirkiyê ya hundirê herêma Efrînê rewa nake." Wezîrê frensî ji aliyê din ve jî got operasyona dijî Efrînê têkoşîna li hember DAIŞê qels dike û her wiha rewş krîtîk û cidî ye.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî di rojên ewil yên operasyona artêşa Tirkiyê de eşkere kiribû ku divê ev operasyon nebe dagirkerî û Enqerê bertek nîşanî gotinên Macron dabû.





2962 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad