Hewlêr (ZNA) - Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Eirecî bi Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Kerîm Şingalî re hevdîtin kir.
Îro danê sibê Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Eirecî gihîşt Hewlêrê û bi Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Kerîm Şingalî re hevdîtin kir.
Li gorî agahiyan, her du wezîran li ser çawaniya vekirina firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh gotibû, ambargoya li ser firokexaneyên Herêma Kurdistanê dê 15 vê mehê (sibê) rabe.
2761 car hatiye dîtin |