Hewlêr (ZNA) - Nûnerê serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navnetewî de ya li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê Brett McGurk pêşwazî li vekirina herdu firokexaneyên navnetewî yên herêma Kurdistanê kir.
Brett McGurk li ser rûpela xwe ya Tiwîterê nivîsek belav kir, tê de pêşwaziya vekirina herdu firokexaneyên navnetewî yên herêma Kurdistanê kir û got ku, ev yeke ji encama hewlên dîplomasî yên berdewam di çend mehên borî de.
Herwiha Brett McGurk di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, vekirina her firokeyên Hewlêr û Silêmaniyê pêngavên giringin ber bi aramiya navçeyê di qonxa piştî nemana DAIŞê û got ku, ev pêngav pêwîstiya xwe bi hikumeteke bihêz e û yekgirtiyê heye li herêma Kurdistanê.
2743 car hatiye dîtin |