English | عربی | کوردی  
 
 
2018-03-14 [11:09 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragehand ku, ew dê hevkariya Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî bo bihêzkirina diyaloka di navbera her du aliyan de bike û pêşwaziya vekirina fiorkexaneyên herêma Kurdistanê jî kir.

Di daxuyaniyekê de li ser rûpela xwe ya fermî ya Tiwîterê serokê Fransayê Emmanuel Macron kêfxweşiya xwe ji vekirina firokexaneyên herêma Kurdistanê re nîşanda û ragehand ku, Fransa dê hevkariya serokê hikumeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bo bihêzkirina diyaloka di navbera her du aliyan de bike.

Îro, Sêşemê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryar da ku, roja 15ê Adarê dorpêça li ser firokexaneyên herêma Kurdistanê bêne rakirin.

Serokê hikumeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji aliyê xwe pêşwazî li wê biryara hikûmeta Iraqê kir û got, ez spasiya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dikim. Ez hêvîdar im arîşeyên din jî di çarçoveya Qanûna Esasî ya Iraqê de bên çareserkirin.





2722 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad