Hewlêr (ZNA) - Dadgeha federal ya Iraqê biryareka xwe ya li dijî Herêma Kurdistanê guhertiye.
Sekreterê encumena wezîran ya Kurdistanê Amanc Rehîm ragihandiye, dadgeha federal ya Iraqê biryara xwe ya li ser deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê guhertiye.
Dadgeha federal ya Iraqê roja 29 Cotmeha par, Hewlêr û Silêmanî û Duhokê jî wek beşek ji “deverên nakokî li ser” dabû nasîn lê li gorî agahiyên sekreterê encumena wezîran, dadgehê pêr (11 vê mehê) naveroka biryara xwe guhertiye û ragihandiye, tenê Kerkûk û navçeyên derdora Kerkûkê deverên nakokî li ser in.
3133 car hatiye dîtin |