English | عربی | کوردی  
 
 
2018-03-13 [12:56 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê berê yê Fransayê François Hollande, ragehand dive civaka navnetewî fişareke zêtir li ser Tirkiyê û Rûsyayê bike daku, şerê li Efrînê rawestîne û got ku kurdan di dema herî zehmet de alîkariya hevpeymaniya navnetewî kiriye.

Di daxuyaniyekê de bo rojnameya Le Mondeyê bangewaziya qedexeya firînê bo Efrînê kir û xwest, civaka navdewletî fişara zêdetir li ser Rûsya û Tirkiyeyê bike

Hollande da zanîn ku, Rûsya hêza bingehîn a li Sûriyeyê ye, eger hewlên Rûsyayê neyên sînordarkirin, metirsiyeke mezin heye.

Herwiha serokê berê yê Fransayê rola kurdan di şerê dijî DAIŞê bilind nirxand û wiha got: "Ez xwe berpirsiyar dibînim, dilê min bi kurdan veye min hê jibîr nekiriye ku wan di dema herê zehmet de, alîkariya hevpeymaniya navnetewî kirine û DAIŞ ji bajarê Reqa û deverên din derxistin.





2767 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad