Hewlêr (ZNA) - Rawêjkarê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand ku, pirsgirêkên di navbera herêma Kurdistanê û Iraqê de ne tenê şandina mûçeyên fermanberan û vekirina firokxaneyan e divê hemû xalên destûrê werin cîbecîkirin ne tenê çend xal ji destûrê.
Rawêjkarê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpevîna xwe de ji Ktv wiha got: "Di dema borî de hevdîtin û civîn di navbera herdu aliyan de pêkhatin, pirsgirêkên di navbera herêma Kurdistanê û Iraqê de ne tenê şandina mûçeyên fermanberan û vekirina firokeyan e belko pirsgirêkên me siysî û netewiyên dûrûdirêjin."
Derbarê pirsa pabendnebûna destûra Iraqê rawêjkarê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê got ku, divê hemû destûra Iraqê were cîbecîkirin ne tenê çend xalan ji destûrê hilbijêrin.
Rawêjkarê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê derbarê navçeyên Kurdistanî yên derveyî idareya herêmê got ku, rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêmê nayê qevûlkirin dive rewşa wan navçeyan li gor destûrê asayî bibe.
2875 car hatiye dîtin |