English | عربی | کوردی  
 
 
2018-03-11 [01:18 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Endamekî encumena parêzgeha Mûsilê ragihand, encumena Mûsilê 10 roj mohlet daye PKK û Heşda Şeibî da ku ji nav Şingalê derkevin.

Endamê encumena Mûsilê Seydo Çeto ji BasNewsê re got, di civîna herî dawî ya encumenê de me 10 roj mohlet da PKK û Heşda Şeibî da ku ji Şingalê derkevin û rêveberiya bajêr bidin destê rayedarên qanûnî yên bajêr.

Seydo Çeto her wiha got, em êdî ti rêkeftin yan rûniştinekî bi PKKê re nakin ji ber ku hebûna wan li Şingalê ne qanûnî ye.

Wî endamê encumena Mûsilê da xuyakirin ku dê bi hikûmeta Iraqê re jî li ser wê yekê gotûbêj bikin û got, emê biryarên xwe ji hikûmeta Iraqê re jî ragihînin da ku di bicîhanîna wan de alîkariya me bike û rêveberiya qanûnî ya Şingalê vegere ser karê xwe.

Seydo Çeto da zanîn, serokê encumena Mûsilê Bişar Kîkî jî bi hikûmeta Iraqê re li ser wê mijarê hevdîtin kiriye û jê xwastiye Heşda Şeibî û PKKê ji Şingalê derxîne.

 





2908 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad