English | عربی | کوردی  
 
 
2018-03-11 [10:06 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Rêveberê pêkhateya sunneyên Iraqê ragehand, ku herî dawiyê hemû rêveberên Iraqê destê serok Barzanî maçî bikin.

Emîndarê Giştî yê Kongreya damezrandina herêma Selahedînê Nacîh Mîzan di bernameyek televîzyonê de ragehand, eger destverdan li encamên helbijartinên parlamentoya Iraqê neyê kirin, PDK dê dengên herî zêde bidest bixe, ji ber ‘’Partiyek resene, baweriya wê bi xebata xwe heye û helwêstê xwe na guhere û ti cudabûnek lê çênabe.’’

Nacîh Mîzan ragehand, serok Barzanî referandûma serxwebûna Kurdistanê pêkanî û îradeya gelê Kurdistanê ya serxwebûnê derxist holê, ew tewîz û tenezûlên kurdan ên naha demkiye û dê Kurdistan bihêz bibe.  

Wî rêveberê sunne ku hewl da herêma parêzgeha Selahedînê ava bike diyar kir, Serok Barzanî li Iraqê hemû û herêma Kurdistanê tenê serokeke ku dest ji kursiya xwe berda ye.

Herwaha got, dawiyê de hemû rêveberên Iraqê dê naçar bibin û berê xwe bidin Hewlêrê û dê destê Barzanî maçî bikin. Ji ber ew rêberek raste û ewên naha Iraqî zarokên duh in û li ser pişta tanqan li London û Tehranê hatine Iraqê.





2848 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad