English | عربی | کوردی  
 
 
2018-03-08 [11:57 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Perlemanterên HDPê, di Perlemana Tirkiyê de, dan xuyakirin ku li Efrînê Artêşa Tirkiyê jenosoidê pêktîne û ji ber vê daxuyaniyê ew rastî êrîşa çend perlemanterên AKPê hatin.

Şevê din di Perlementoya Tirkiyê de, operasyona Artêşa Tirkiyê ya li Efrînê, bû sedema derketina aloziyan. Perlementerê HDPê Mehmûd Togrul da xuyakirin, ku Artêşa Tirkiyê li Efrînê jenosoidê pêktîne.

Li hember vê yekê, perlementerên AKPê bi van gotinan dilgiran bûn û hin ji wan êrîşî perlemanterên HDPê kirin.

Wan perlemanterên AKPê dan xuyakirin, ku kes nikare di nav parlamentoya Tirkiyê de, li dijî leşkerên Artêşa Tirkiyê tiştekî bêje, ji ber ku leşker ji bo welatê xwe şer dikin û piştî van gotinan, wan perlemanteran êrîşî hejmerak ji perlemanterên HDPê kirin.

Di encama pevçûna bidestan de, perlemanterên HDPê Mehmûd Togrul û Muslîm Dogan birîndar bûn.





2779 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad