Hewlêr (ZNA) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Ferhan Heq ragihand, ji bo ku, sivîlên nikarin ji Efrînê derkevin rewşa wan metirsîdar e.
Di kongreyeke rojnamevanî de berdevkê NY Ferhan Heq ragehand ku ew ji ber sivîlên dixwazin ji Efrînê derkevin û ji aliyê ‘rêveberiya herêmî' ve têne astengkirin metirsîdar in.
Berdevkê NYyê derketina ji Efrînê ya 5 hezar kesan bi bîr xist û diyar kir ku ew ji bo derketina sivîlan ji herêmê bi hemû aliyên qadê re hevdîtinan dikin, lê rastî pirsgirêkan tên.
Hêjayî gotinê ye, berdevkekî din ê NYyê Stephane Dujarrij jî heman daxuyanî du roj berê dabû û gotibû, derketina sivîlan ji aliyê rêveberiya Efrînê ve tê astengkirin.
3013 car hatiye dîtin |