English | عربی | کوردی  
 
 
2018-03-08 [12:00 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezareta berevaniyê ya Almanyayê ragihand ku, ew dê li ser perwerdekirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistane berdewam bin.

Berdevkê Wezareta Almanyayê Frank Finnig îro, Çarşemê 7.3.218 di daxuyaniyekê de ragihand ku perwerdekirina hêzên Pêşmerge wek berê di bawrê pizîşkî û locistîk de dê rahênan û perwerdebikin.

Herwiha wezîrê Parastinê yê Almanyayê tekez kir ku şandeyeke pisporan dê biçe Bexdayê.

Berî niha Almanyayê erkê xwe yê leşkerî li Iraqê dirêj kiribû û tê payîn ku hêzên çekdar ên li wî welatî perwerde bike.

Lê berdevkê hikûmeta Almanyayê Steven Seibert tekez kir ku dê hejmara leşkerên wan li Iraqê ji 1200 kesan bo 800 kesan were kêmkirin.





2632 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad