English | عربی | کوردی  
 
 
2018-03-07 [12:22 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Derbarê pirsgirêkên di nav Hewlêr û Bexdayê û pejirandina budceya Iraqê de, berdevka wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert di civîneke çapemeniyê de ragehand: "Pêwîste Hewlêr û Bexda bihev re kar bikin û bi dialogê pirsgirêkan çareser bikin, Amerîka rêya danûstendinan di nav Hewlêr û Bexdayê de xweş kiriye û pêwîste herdu alî lihev bikin". 

Heather Nauert ji K24ê re ragehand: "Ji wan karên giring li cem me, ew e ku pêwîste Kurdistan û Bexda bihev re kar bikin, gelek pirs hene me behsa wan kiriye, ku divê herdu alî li ser wan lihev bikin, lê heya niha lihev nekirine. Peywendiyên me yên baş li gel Kurd û li gel Iraqiyan jî hene, em wan teşfîq dikin ku pirsgirêkên xwe çareser bikin".

Derbarê budceyê de jî Nauert diyar kir, ku ew kêşeyeke di nav herdu aliyan de û Amerîka ti bizavekê berbiçav nake, lê em piştevaniya Hikûmeta Iraq û Kurd dikin, ji bo wê kêşeyê çareser bikin".

Navborî dubare tekez kir, ku pêwîst e Hewlêr û Bexda bêtir karên hevbeş bikin û diyalogê bêtir bikin ji bo çarekirina wan pirsgirêkên ku di nav wan de hene. Bê guman jî, Amerîka derfet û mercên pêwîst ji bo diyalogê ava kiriye".

 





2755 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad