English | عربی | کوردی  
 
 
2018-03-06 [11:22 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Nivîskar û fîlozofê frensî Bernard Henry Levy di axaftina xwe de ragihand ku ti ferq di navbera Heyder Ebadî û Seddam husên de tineye, divê kurd êdî ji bo xwe tekoşînê bidin.

Nivîskar û fîlozofê frensî Bernard Henry Levy di axaftina xwe de got: "Kurdan ji bo ewlehî û aramiya hemû xelkên cihanê şer meşandin. Divê kurd hem ji aliyê leşkerî û hem jî aliyê dîplomasî ve dest bi tekoşîneke nû bikin. Divê kurd di Kongreya Amerîkayê de ku rê li ber siyaseta cîhanê vedike dest bi hewldanên dîplomatîk bikin.

Bernard Henry Levy di berdewamiya hevpeyvîna xwe ya K24ê de got: "Netewa kurd neteweke rast û berxwedêr e û Kurdistan jî heye. Lê Iraq û Sûriye welatên xeyalî ne. Ev berhema bê wate ya kolonyalîstên rojavayî ye. Digel vê kurdan ji qetlîama Helebçe, Kerkûk û yên din ezmûn wergirtin. Gelek travma derbas kirin, lê ranewestiyan û hêviyên xwe winda nekirin."

Henry Levy di dirêjiya hevpeyvîna xwe de dibêje: "Kurdan bi awayek medenî û demokratîk referandûm li dar xistin, lê rojavayî bêdeng man. Ez xwe wek mîsyonerekî kurd dibinim. Hem ji Xweda re ku bi sedan Levyên kurd hene."





2881 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad