English | عربی | کوردی  
 
 
2018-03-06 [11:07 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Konsolxaneya Holandayê ya li Hewlêrê biryara hikûmeta Iraqê ya dirêjkirina qedexeya li ser balafirgehên Kurdistanê rexne kir.

Konsolxaneya Holandayê ya li Hewlêrê di derbarê biryara Iraqê ya dirêjkirina qedexeya li ser balafirgehên Kurdistanê heta 31ê Gulanê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya kosolxaneya Holandayê de hat gotin ku divê diyaloga di navbera herdu aliyan de berdewam bike û divê hemû kêşeyên heyî di çarçova destûra Iraqê de werin çareserkirin.

Herwiha hat ragihandin ku ew biryara dirêjkirina qedexeya li ser balafigehên Kurdistanê heta 31ê Gulanê bi xemgînî pêşwazî dikin û hat gotin ku ev biryar ziyanê digihîne aboriyê.

Bexdayê piştî referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlonê li hemberî Herêma Kurdistanê biryara mueyîdeyan girt.

Di vê çaroçovê de seferên navdewletî yên balafigehên Hewlêr û Silmaniyê hatin rawestandin. Berdevkê Serokwezîriya Iraqê Saad Hadîsî 26ê Sibatê ragihandibû ku ew qedexeya li ser balafigehan heta 31ê Gulanê hatiye dirêjkirin.

Jibilî Holandayê, Amerîka, Fransa, Îngîltere û Almanyayê jî daxwaz kiribûn ku qedexeya li ser balafigehên Kurdistanê were rakirin.





3466 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad