English | عربی | کوردی  
 
 
2018-03-06 [10:35 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Artêşa Tirkiyê gundê Firêriyê ya ser bi navçeya Cindirêsê ve topbarana kir, di encamê de ta niha 2 şehîd û 8 birîndar hene.

Roja Dûşemiyê di encama topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundê Firêriyê de 2 kesên sivîl şehîd bûn, yek ji wan zarok bû û 8 sivîlên din jî birîndar bûn

Ev yek di demekê de ye, ku îro êrîşa artêşa Tirkiyê li ser gund û navçeya Efrînê gelekî bi giranî bû, ku li navçeya Cindirêsê 13 welatiyên sivîl şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn.

Herwiha li navçeya Raco jî otombîleke sivîlan hate armanckirin û di encamê de pîrejineke 90 salî şehîd bû û 21 sivîl jî birîndar bûn.





2770 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad