English | عربی | کوردی  
 
 
2018-03-05 [10:34 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsê alîkariyên Mirovî yên netewên yekbûyî Panos Moumtzis ragehand ku, ji Efrînê raportên binpêkirina biryarê û kuştina sivîlan digihin wan.

Berpirsê alîkariyên Mirovî yên netewên yekbûyî Panos Moumtzis di daxuyaniyekê de ragehand ku,hefteyek bi ser biryara agirbesta netewên yekbûyî re derbas bûye, lê hîn jî agirbest li Sûriyê nehatiye bicîhkirin û gûmanên wan derbarê parastina bi mîlyonan sivîlan de berdewam dikin.

Da zanîn, krîza mirovî li Xûta û Îdlibê bênavber berdewam dike û li gor raportan, Tirkiye li Efrînê yasayan binpê dike û got, heta ku şer û pevçûn berdewam bikin, ew nikarin alîkariya mirovî bigihînin deverên alozî lê hene.

Encûmena asayîşa navdewletî, bi armanca gihandina alîkariya mirovî û derxistina birîndar û nexweşan di roja 24ê Sibatê de biryara agirbestê ji bo 30 rojî li seranserî Sûriyê girtibû.

Ji aliyê xwe rayedarênTirkiyê radgehînin ku, biryara agirbesta li Sûriyê operasyona li dijî Efrînê lixwe nagire.

 





2860 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad