English | عربی | کوردی  
 
 
2018-03-04 [11:29 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê berê yê Fransayê François Hollande ragehand ku, ew ti carî rola Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê DAIŞê de jibîr nakin.

Serokê berê yê Fransayê François di daxuyaniyekê de ji K24ê re amaje bi bandora hêza Pêşmerge di şerê Mûsilê de kir, ku çawa piştevaniya hêzên Iraqî kir.

Serokê berê yê Fransayê got jî: “Ez agahdarî aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de me, lê hêvîdar im di demeke nêzîk de bêne çareserkirin.”

Derbarê daxistina firokxaneyên Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve, Hollande tekez kir, vekirina firokxaneyên navdewletî yên Herêma Kurdistanê girîngiyek e û vekirina wan firokxaneyên bandoreke erênî li ser asayîkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê dike





2740 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad