English | عربی | کوردی  
 
 
2018-03-02 [10:33 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Fraksiyonên Kurd ên li parlmentoya Iraqê budçeya 2018an ku li parlamentoyê dihat gotûbêjkirin, ji ber ku ne dadwer û adîlanebû red kirin.

Fraksiyonên Kurd ên li parlamentoya Iraqê bi civîneke hevbeş ragihandin wan ji civînên li ser para budçeyê ya Herêma Kurdistanê ku ji sedî 17an hatibû daxistin, kiryar û pêkanîn li hemberî Pêşmerge û xelkê Kurdistanê bi Heyder Ebadî û berpirsên din yên Iraqî re encamek bidest nexistiye. Partiyên Kurd eşkerekirin ku ji ber van sedeman û helwesta neyînî ya Iraqê ya li hemberî mafên Herêma Kurdistanê yên yasayî wan ew pêşnûme red kirine.

Herwiha partiyên Kurd ragihandin ku ew çaverê dikin ku di civîna Serokkomarê Iraqê Fûad Masum, Serokwezîr Heyder Ebadî û Serokê parlamentoyê Selîm Cibûrî ku wê li ser budçeya 2018an bicivin, daxwazên xelkê Kurdistanê li ber çavan bigirin û li budçeyê zêde bikin. Partiyên Kurd eşkere kirin ku bi vî rengî ew wê budçeyê qebûl nakin.

Di daxuyaniya Fraksiyonên Kurdistanê de daxwaz ji civaka navdewletî jî hat kirin ku jli hember van neheqiyan zextên xwe yên li ser Bexdayê zêde bikin û diyar kirin ku cezakirina xelkê Kurdistanê wê bandora neyînî ne tenê li ser Kurdistanê wê li ser tevahiya iraqê bike û daxwaz kirin ku ew şaşî werin rastkirin.

Li hêla din ji 46 bendên li ser budceya 2018an 12 bend hatine qebûlkirin û li ser bendên mayî jî wê roja Şemiyê dengdan were kirin.





2833 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad