English | عربی | کوردی  
 
 
2018-01-29 [12:51 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Endama lijneya darayî li encûmena nûnerên Iraqê Necîbe Necîb amaje bi vê yekê dike ku, parlamentoya Iraqê biryarek dijî herêma Kurdistanê hilweşand. Necîbe Necîb di daxuyaniyekê de ragehand: ‘’Îro 29.01.2018ê encûmena nûnerên Iraqê biryara rawestandina danûstandina bankî li gel herêma Kurdistanê hilweşand. Ji aliyê yasayî ve pêngavek baş bû, lê ji aliyê pratîk ve demek dirêje kar bi wê biryarê nehatiye kirin.’’ Wê parlamentera kurd got, ew biryar piştî 25ê Îlonê dema ku referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê pêkhat hat derxistin û ragehand: ‘’Lê wek min got, ji aliyê pratîkî ve bicîh nehat. Ji ber ew bankeyane hemûyan jî şaxên wan li herêma Kurdistanê hebû û pir ziyan dîtin, ji ber rawestandina danûstandinan û piştre daxwaz ji jora xwe kirin û ew biryar bicîh nehat.’’ Herwaha aşkera kir: ‘’Daxuyaniya biryarê de jî hate gotin ku hemû danûstandinên bankî û hewale li gel herêma Kurdistanê dê birêve biçin.’’



2878 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad