English | عربی | کوردی  
 
 
2018-01-29 [12:19 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Parlamenterê Rihayê yê HDPê Osman Baydemir de ji ber daxuyaniya wî ya li ser Efrînê lêpirsîn destpê kir. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daxuyaniyek belav û di wê daxuyaniyê de diyar kir ku derbarê Parlamenterê Rihayê yê HDPê Osman Baydemir de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe de ji bo sedema destpêkirina lêpirsînê ya derbarê Baydemir de got, "Parlamenterê Rihayê yê HDPê Osman Baydemir di 28ê Çileya 2018an de di daxuyaniya ya ji bo çapemenî û li ser Twitterê de Hêzên Artêşa Tirk ên ku li Efrînê li dijî rêxistinên PKK/PYDê operasyonan birêve dibin, wekî dagirker diyar kiriye û herwisa ji ber daxuyaniyên xwe yên ku heqaretê li piştevanên operasyonê dikin, ji bo midaxeleya li dijî Tirkiyeyê bangî NATOyê dikin û ji bo daketina kolanan bangî gel dikin, derbarê wî de bi tawanên ku xelkê sewqî kîn û dijminatiyê dike û heqaretê li wan dike, heqaretê li neteweya tirk, dewleta Komara Tirkiyeyê û sazî û dezgehên dewletê dike û şerê li dijî dewletê lêpirsîn hatiye destpêkirin."



2920 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad