English | عربی | کوردی  
 
 
2018-01-29 [11:38 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Rojnameya brîtanî ya The Guardianê bi gotarekê hişyarî da ku "dibe operasyonê Tirkiyeyê yên li dijî kurdan li Efrîna Sûriyeyê tevahiya herêmê serobino bike û nexşeyên Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bike." Li gorî nûçeya Al Arabiyayê ya ku dispêre gotareke rojnameya brîtanî The Guardianê, pevçûna Enqere û kurdên Sûriyeyê ne pevçûneke herêmî ye û dibe ku bibe sedema şoreşeke kurdî berfireh û di encamê de nexşeya dewletên pêkhateya kurdî li wan hene yên wek Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê ji nû ve were xêzkirin. Rojname diyar dike ku "dibe Artêşa Tirkiyeyê ya ku hîn ji hewldana derbeya 2016an baş nebûye, nikaribe hêzên kurdî bêbandor bike û gotar balê dikişîne ser tecrubeya leşkerî ya kurdan di şerê DAIŞê de bi dest xistiye û dibêje ku şerê yekîneyên kurdî li Kobaniyê, yek ji giringtirîn qonaxên jinavbirina DAIŞê bû." Li gorî rojnameyê, dibe ku operasyona li dijî Efrînê neteweperweriyê li ba kurdên herêmên din jî zêde bike û kurdên Tirkiye, Iraq û Îranê jî ku rageşiyê zêde bikin. Di dawiyê de gotar balê dikişîne ser rol û helwesta dewletên rojavayî ji vê operasyonê û teqez dike ku dê wek referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê piştguh kirin, dê nikaribin vê piştguh bikin û nivîskarê gotarê dibêje, dibe operasyona Efrînê bandorê li hevgirtina NATOyê bike."



2776 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad