Hewlêr (ZNA) - Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de digel kanal a BBC ya Brîtanî tekez kir ku, ew ji biryara referandûmê poşman nebûye.
Serok Barzanî derbarê wê baweriya xwe de dibêje, ji ber ku, referandûm biryara xelk û aliyên siyasî yên Kurdistanê bû.
Herweha Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî dike, ku Amerîka û civaka navdewletî ti bijardeyek din li cihê referandûmê pêşkêş nekirin.
Li ser rewşa Efrînê jî Serok Barzanî tekez kir ku, şer ne neçareseriye û ew daxwaza rawestandina şer dikin.Derbarê rêkirina hêzên pêşmerge bo Efrînê serok Barzanî got ku, şandina pêşmerge pirsgirêkan çaresernake, baştirîn piştgirî dikarin bikin ew ku, hewla bidawîbûna êrîşan bikin.2947 car hatiye dîtin |
|