English | عربی | کوردی  
 
 
2018-01-15 [10:54 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Bi armanca danûstandin li ser vekirina deriyên sînorî biryar e sibe şandeke hikûmeta Iraqê serdana Hewlêrê bike. Jêderekî siyasî yê agahdar ji malpera “Xed Press” re ragihandiye, sibe şandeke hikûmeta Iraqê serdana Hewlêrê bike û derbarê vekirina deriyên sînorî û firokaneyên Herêma Kurdistanê ligel şanda herêmê bicive. Wî jêderî ku navê xwe aşkere nekiriye ragihand jî, di danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de heyameke erênî û pêşveçûn heye, ji bo çareserkirina pirsa firokxane û deriyên sînorî. Şandeke Herêma Kurdistanê roja 13ê vê mehê bi serokatiya Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî serdana Bexdayê kiribû û ligel Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Arecî civiya bû. Piştî civîna li Bexdayê, her du aliyan daxuyaniyeke hevbeş belav kir û tê de hat, danûstandin berdewam dibin û roja 15 Çile li Hewlêrê dicivin.



3049 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad