Hewlêr (ZNA) - Perlementarekî kurd ê li parlamentoya Iraqê ragehand ku, Heyder Ebadî bi ti awayî mûçeyên fermanberên herêma Kurdistanê rênake û ew daxuyaniyên dide jî ji ber fişara navnetewî ye.
Endamê parlamentoya Iraqê li ser firakisyona PDK Rênas Cano ji BasNewsê re ragehand ku, niha aliyên navnetewî fişeke mezin dixe ser Bexdayê daku, Iraq mûçe û bûdceya herêma Kurdistanê bişîne lê Ebadî bi ti awayekî niyeta wî ya şandina mûçeyên fermandeyên herêma Kurdistanê nîne.
Cano got jî ku, piştî ku, lîseteya her du wezaretî tendirûstî û perwerdê yên herêma Kurdistanê bo Bexda hatin şandin, Bexda hiceta derdixe û dibêje mûçeyên nehînî û bindîwar hene û ew daxuyaniyên ku, dide jî derbarê şandina mûçe tenê ji ber fişara navnetewî ne.3223 car hatiye dîtin |
|