English | عربی | کوردی  
 
 
2018-01-10 [01:11 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezîrê Dewletê Brîtanyayê yê Karûbarên Derve Alister Burt ragehand ku, ya baş ew ku, welatê wî navbênkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de neke derbarê pirsgirêkên di navbera herêma Kurdistanê û hikumeta federal de. Di çarçoveya axiftina xwe ya li parlamentoya welatê xwe de Alister Burt got ku, li ser dirêjahiya dema borî Brîtaniya alîkariya her du aliyan kiriye, tiştekî başe niha Hewlêr û Bexda danûstandinan encam bidin, lê ew naxwaze Brîtaniya navbênkariyê di navbera herêma Kurdistanê û Îraqê de bike û daxwaza vê yekê jî ji ti aliyekê ji wan nehatiye kirin. Herwiha got ku, pirsgirêkên di navbera herêma Kurdistanê û Iraqê pirsgirêkên navxweyî ne û ya baş her du alî wan pirsgirên xwe çareser bikin. Îro,Sêşemê Perlemana Birîtanya, derbarê êrîşên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdara Herêma Kurdistanê û dagîrkirina Kerkûkê û rola Birîtanya di wan bûyeran civînekê taybet bi rê ve dibe.



2851 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad