Hewlêr (ZNA) - Endamê parlamentoya Brîtanyayê ku, bi eslê xwe kurde û xelkê Xaniqînê ye di guhertinên dawî de ya kabîneya hikumeta wî welatî posteke bilind wergirt.
Serokwezîra Brîtanyayê Tîrîza May roja Sêşemê guhertin xiste kabîneya hikumetê de û di çarçoveya wê guhertinê de Nedîm Zehawî weke cîgirê parleman ê wezîrê perwerdeya wî welatî hat destnîşan kirin.
Ev post piştî posta wezîrê perwerdê ye û cigir bilindtirîn pileya wezarî ye tê danî li wezareta hikumeta Brîtanyayê.
Nedîm Zehawî di salên borî de weke siyasetmedarekî kurd dihat naskirin, herwiha nûnerê bajarê Stratford bû li parlamentoya Brîtanyayê de.
2944 car hatiye dîtin |
|