English | عربی | کوردی  
 
 
2018-01-09 [01:07 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Yekîtiya Ewropa stratejiya xwe ya nû derbarê Iraqê ji welatên endam re ragehand, tê de dûpatî li ser danûstandinên bilez di navbera Hewlêr û Bexdayê de destpêbikin. Îro, Duşemê nûnerê hikumeta herêma Kuridsatê li yekîtiya ewropayê Dîlawer Ajgeyî li ser rûpela xwe ya taybet Facebookê ragehand ku, berpirsa siyaseta derve ya yekîtiya ewropayê stratejiya nû ya yekîtiya ewropayê derbarê Iraqê bo welatên endam aşkere kir. Da zanîn ku, di stratejiya nû ya siyaseta yekîtiya ewropayê de destpêkirina danûstandinên bilez di navbera Hewlêr û Bexdayê de bêne kirin li ser bingiha destûrê daku, aramî li navçeê vegere. Herwiha berpirsa siyaseta drve ya yekîtiya ewropayê behsa rola hêzên pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de kir û bilind nirxand.



2698 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad