English | عربی | کوردی  
 
 
2018-01-09 [10:17 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Parlamentera fraksiyona PDKê li encûmena nûnerên Iraqê ragehand, îro parlamentoya Iraqê deng li ser lijneya lêkolînê ji bo bûyerên Xurmatû da û ji îro û pê de lijne dikare biçe dest bi karê xwe bike. Endama encûmena nûnerên Iraqê Eşwaq Caf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di civîna îro 08.01.2018ê ya encûmena nûnerên Iraqê de deng li ser lijneya lêkolînê bo bûyerên Xurmatû hate dayîn. Lijne îro û pê de dikare dest bi karê xwe bike.’’ Herwaha got: ‘’Endamê lijneya rewşenbîrî û ragehandinê jî li lijneyê hatiye zêde kirin. Ji ber di bûyerên Xurmatû de binpê kirin li hember hin kanal û rojnamevanan hatiye kirin. Naha lijne endamên mafê mirov, koç û koçberan, ewlehî û asayîş û rewşenbîrî û ragehandinê li xwe digre. Lê navên endaman di civîna îro de nehat anîn û dikare hejmar bê zêdekirin, yan jî kêm kirin.’’ Eşwaq Caf amaje bi vê yekê jî kir: ‘’ Armanca karê wê lijneyê diyar kirina binpê kirina ne û herkesê ku ew binpê kirin pêkanîbin divê bidin dadgehê û ew kesên ku zerer dîtine dê zererên wan bên telafî kirin.’’



2791 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad