English | عربی | کوردی  
 
 
2018-01-08 [01:15 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsekî koçberên Iraqî yên li Kurdistanê dibêje, 600 hezar koçberên Iraqî ji tirsa şer û nebûna ewlehiyê nawêrin vegerin ser cih û warên xwe. Berdevkê navenda alîkariyên mirovî li Duhokê, Salim Seîd, ku endamê desteya rêveberiya kampên koçberan e jî, ji BasNewsê re got, heta niha li devera Duhokê 3 kampên koçberên Iraqî vala bûne ji ber ku tevahiya koçberên wan kampan vegeriyane ser cih û warên xwe. Salim Seîd her wiha got, lê 600 hezar koçber hîn mane. Ew ji tirsa şer û nebûna ewlehiyê her wiha nebûna xizmetguzariyan nawêrin vegerin gund û bajarên xwe. Em jî fişarê naxin ser wan, kengê xwastin dikarin vegerin. Li gorî agahiyên BasNewsê, li kampên Xankê, Şariya û Bacid Kendala koçber mane û piraniya wan jî xelkê Mûsilê ne.



2752 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad