Hewlêr (ZNA) - Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ragihand, di hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê de hêzên Pêşmerge girêdayî artêşa Iraqê nînin.
Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgord Hîkmet ji BasNewsê re got, virde wêde tê gotin ku di hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê de hêzên Pêşmerge girêdayî Wezareta Berevaniya Iraqê ne. Ew nûçe û agahî rast nînin.
Helgord Hîkmet her wiha got, welatên endamên hevpeymaniyê yekser bi hêzên Pêşmerge re didin û distînin û Pêşmerge girêdayî hikûmeta Iraqê nîne di hevpeymaniyê de. Dema Wezareta Berevaniya Iraqê bi welatekî re rêkeftinê îmze dike, nûnertiya Pêşmerge nake.
Berdevkê Wezareta Pêşmerge da zanîn, li ba endamên hevpeymaniyê Pêşmerge xwedan pêgeha xwe ya taybet e û yekser muxateb tê girtin û got, jixwe hemû endamên hevpeymaniyê dane zanîn ku dê li ser alîkarîkirina Pêşmerge berdewam bin.2749 car hatiye dîtin |
|