Hewlêr (ZNA) - Polîtburoyên YNK û PDK dê li hev bicivin û çend mijaran gotûbêj bikin.
Şêwirmendê polîtburoya PDKê Arif Ruşdî ji BasNewsê re got, îro polîtburoyên PDK û YNK dê li bajarê Silêmaniyê li hev rûnên.
Arif Ruşdî li ser naveroka civînê jî got, di civînê de dê behsa rewşa Kurdistan û Iraqê were kirin û hinek tişt bên zelalkirin.
Şêwirmendê polîtburoya PDKê da zanîn, mijareka din ya civînê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û siyaseta Bexdayê li hember Kurdistanê ye.
2833 car hatiye dîtin |
|