English | عربی | کوردی  
 
 
2018-01-07 [01:14 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Ermenên Zaxo îro, Şemiyê li bajarê Zaxo û derdûra wê cejna xwe ya salan e di rewşeke aram de pîroz kirin. Keşê dîra Ermenan Masîs Şahînyan ji BasNewsê re ragehand ku, îro, cejna Ermenan li kenîseya Asûdukis li parêzgeha Dihokê hate pîrozkirin, ermenên Dihokê bi mebesta pîrozkirina cejnê serdana kenîseyê kirin û got ku, merasîmên pîrozkirina cejna ermenan her weke ya xirstyanane tenê bi roja cejnê ji hev cudaye, ji ber xiristyan di 25.12 ji her sale dikin û ermen di 6.1 ji her sal dikin. Şahinyan da zanîn ku,ew cudahiya di navbera wan û xirstyanan de tenê zimane ew bi siryanî diaxifin û ermen bi ermenî diaxifin, ermenan îsal cenja xwe di rewşeke aram de pîroz kir. Keşê dîra Ermenan Masîs Şahînyan gotî ku, li Zaxo jî ermenan cejna xwe li kenîsa Miryek bi merasîmeke taybet li Ezra de pîroz kirin, diyar kir ku, piraniya ermenên Kurdistanê li qeza Zaxo dijîn.



2968 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad