English | عربی | کوردی  
 
 
2018-01-07 [12:32 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Li bajarê Serpêla Zehaw yê Rojhilatê Kurdistanê, erd hejiya û komek kes birîndar bûn. Duh serê êvarê li bajarê Serpêla Zehaw li parêzgeha Kirmaşanê, erd bi tundiya 5.1 pile hejiya. Li gorî agahiyan, di encama erdhejê de 21 kes birîndar bûn, hinek ji wan birîndaran li nexweşxaneya Serpêla Zehaw hinek jî li nexweşxaneya Kirmaşanê tên dermankirin. Ji ber erdheja şeva 12 Mijdara sala 2017, gelek kes li Serpêla Zehaw, Qesra Şîrîn, Kirmaşan û deverên din yên parêzgehê miribûn, bi hezaran kes birîndar bibûn. Bi deh hezaran kes jî bê mal û sitar mabûn ji ber wê jî niha li nav xîvetan de dijîn û hîn dewletê tiştek ji wan re nekiriye.



2902 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad